Li Elmanyayê êrîşên dagirker tên protestokirin

Kurdistanî û dostê wan li Elmanyayê daketin qadan, êrîşên dagirkerî û qirkirinê protesto kirin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin.

Di çalakiyê de pankart û dovîzên li dijî dagirkeriyê hatin hildan û belavok hate belavkirin.

NURNBERG

Li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin. Çalakî li Leonplatzê hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên qetlîama dewleta Tirk a li Kurdistanê hate hildan.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê jî ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de nûnerê KNK’ê Serhat Çetînkaya daxivî û diyar kir ku gelê Kurd wê li dijî êrîşan heta dawiyê li ber xwe bidin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Eûropogalerî hatin ba hev û pankartên li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hildan. Di axaftinan de hate diyarkirin ku Elmanya ji ber têkiliyên bazirganî yên bi Tirkiyeyê, naxwaze êrîşan bibîne.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî Tirkiye êrîşên li ser Başûr, Rojava, Şengal û Mexmûrê dike.

Di çalakiyê de bal hate kişandin ku dewleta Tirk a dagirker li Kobanê 3 jin û li Silêmaniyê jî 2 zarok qetil kiriye.

DRESDEN

Li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker him li Başûr û him jî li Rojava destkeftiyên gelê Kurd dike hedef.