Li Elmanya û Swîsreyê êrîşên DAÎŞ’ê hatin şermezarkirin

Kurdistaniyên li Elmanya û Swîsreyê dijîn, êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên van demên dawî li Ewrûpayê protesto kirin.

HILDESHEIM

Li Hildesheîma Elmanyayê êrîşên li Evûstûrya û Fransayê hatin protestokirin.

Êrîşên piştî gefên Serokkomerê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan hatin lidarxistin, li Hildeheîmê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin protestokirin.

Di çalakiya ku ji Salzgîtter û Hîldesheîmê tevlîbûn çêbûyî de, ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn sersaxî xwestin.

Derdorê jî bi çepikan piştgirî dan çalakgeran.

FRANKFÛRT

Kurdistaniyên li Frankfûrt û derdora wê dijîn, li Haûptwache ya li navenda bajêr êrîşên DAÎŞ’ê protesto kirin.

Kurdistaniyên ku qetlîamên li Viyana, Nîce û Parîsê şermezar kirin, ji êrîşan Erdoganê ku piştgiriyê dide çeteyan berpirsyar dîtin.

HAMBÛRG

Çalakgerên ku li Hambûrgê jî hatîn gel hev, êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li Ewrûpayê protesto kirin. Di çalakiya ku ciwanên antî faşîst jî piştgirî kirî de, di axaftinên hatîn kirin de anîn ziman ku êrîşa li Viyanayê rasterast bi fermana Erdogan hatiye pêkanîn.

Nûnerê MLKP’ê Huseyîn Karlîdag jî di axaftina xwe de anî ziman ku Erdogan dijminê hemû mirovahiyê ye.

Çalakî bi dirûşmeya “Mil bi mil li dijî faşîzmê” bidawî bû.

SWÎSRE

Li Bernê ya ku paytexta Swîsreyê ye, bi çalakiyekê êrîşên DAÎŞ’ê yên li Evûstûrya û Fransayê yên li dijî sivîlan hatin protesto kirin.

Kurdistanî, Tirkiyeyî û hinek derdorên demokrasiyên Swîsreyî jî tevlî Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) li Bahnhofplatzê bûn.

Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kirî de pankart, dovîz hatin vekirin û belavokên bi Elmanî hatin xwendin. Li vir li ser navê CDK-Swîsreyê Nejdet Atalay axivî.

Piştî axaftinan çalakî bi dûrûşmeya “Bijî piştevaniya enternasyonel” bi dawî bû.