Di çarçoveya pêngava “Dema Azadiya Rêber Apo Hatiye” ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî despêkirin de, daliqandana afîş û pankartan didome.
Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê li semtên cuda cuda pankart û afîş hatin daliqandin.
Pankartên bi nivîsa “Her cih ji bo me cihê berxwedanê ye, ji Abdulah Ocalan re azadî” û nivîs li pir û avahiyên mezin hatin kirin.
Pankart û afîşên ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê hatîn amadekirin jî ev hefteyeke li kolanên Hambûrgê ne.
BREMEN
Li bajarê Bremen a Elmanyayê jî li pirek a li nava bajêr pankarta “Azadî ji Ocalan re” hate daliqandin.
DEN HAAG
Li Den Haaga Elmanyayê jî bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pankartek hate daliqadin.
Endamên Meclîsa Jinan a Den Haagê jî li pirek nêzî gara trenê ya navendê pankart daliqandin. Hate diyar kirin ku wê çalakiyên pankartan hetanî 10’ê Mijdarê dom bikin.