Li Elmanya û Fransayê salvegera şoreşa Rojava hate pîrozkirin
Li bajarê Bîelefeld, Munster ê Elmanyayê û li bajarên Marsîlya û Toûloûseyê salvegera şoreşa Rojava hate pîrozkirin.
Li bajarê Bîelefeld, Munster ê Elmanyayê û li bajarên Marsîlya û Toûloûseyê salvegera şoreşa Rojava hate pîrozkirin.
BÎELEFELD
Bi wesîleya salvegera 8’emîn a şoreşa Rojava li Bîelefeldê bi şîara ‘Bi hev re serhildan’ pîrozbahiyek hate lidarxistin.
Ciwan li pêşiya HBF’ê hatin ba hev û meşek li dar xistin. Ligel ku polîsan meş provake kirin jî ciwanan pîrozbahî domandin. Meş bi axaftin û govenda li qada Kesselbrînkê bi dawî bû.
MUNSTER
Li bajarê Munsterê yê Elmanyayê Kurdistaniyan bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava meşek li dar xistin. Di meşê de belavok hate belavkirin û li ber konsolosxaneya Tirkiyeyê daxuyanî hate dayin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî salvegera 8’emîn a şoreşa Rojava hate pîrozkirin. Kurdistanî û dostên wan bi alayê YPG û YPJ’ê û bi pankartên Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr meşiyan.
Di meşê de li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşan belavok hate belavkirin.
TOÛLOÛSE
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê jî bi mîtîngekê salvegera şoreşa Rojava hate pîrozkirin. Mîtînga li qada Capîtole hate lidarxistin, bi axaftinan bi dawî bû.