Li Dusseldorfê meşa ‘Azadî ji Ocalan re’

Ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîlêderketina grevên birçîbûnê û xwedîlêderketina grevên birçîbûnê bi sedan kes meşiyan.

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê bi şîara ‘Na ji dagirkerî, faşîzm û tecrîdê re, dem dema azadiyê ye’ meşek hate lidarxistin. Ji bajarên Dusseldorf, Koln, Bonn, Dortmûnd, Dûîsbûrg, Essen, Bîelefeld û Munsterê bi sedan kes tevlî meşê bûn.

Meş saet di 13.00’an de li Cornelîûsplatzê dest pê kir. Li pêşiya meşê pankarteke mezin a ‘Azadî ji Ocalan re’ hate hildan.  Di çalakiyê de pankarta ji bo xwedîlêderketina grevên birçîbûnê hate hildan.

Meş li pêşiya DGB Haûsê bi mîtîngê bi dawî bû.

Di mîtîngê de Nûnera HDP’ê ya Ewropayê Leyla Îmret bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku ji aliyê bi sedan girtiyan tê kirin.

Ayten Dêrsim jî li ser navê FED-MED’ê axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan paralelî êrîşên li ser Kurdistanê didome.

Tamîliyan jî peyamek şandin ji çalakiyê. Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin: “Aliyê herî girîng ê grevên birçîbûnê ev e ku dixwaze tecrîda li ser Abdullah Ocalan bişkîne. Ocalan him siyasetmedar û him jî fîlozofek e. Di heman demê parêzvanê hemû mafên hatine dizîn ê gelê Kurd e.”