Li Dusseldorfê li pêşiya Parlamentoya NRW çalakî hate lidarxistin

Meşên dirêj ên li bajarên Dûîsbûrg û Bonnê hatibûn destpê kirin, li Dusseldorfê dewam kir.

Bi armanca protestokirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 7’ê Sibatê li bajarên Elmanya Dûîsbûrg û Bonnê meşên dirêj hatibûn destpê kirin. Her du baskê meşê li Dusseldorfê gihiştin hev û çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê hate protesto kirin û berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven jî hatin silav kirin.

Meş saet 12:00’an li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Dusseldorgê destpê kir û li pêşiya Îstasyona Trenê ya Navenda Dusseldorfê bi yekbûna komên ji bajarên Dûîsbûrg û Bonnê bi şîara “Tecrîdê bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin, Ocalan azad bikin” hate lidarxistin. Girseya gel bi dirûşmeyan ber bi Parlamentoya Eyaleta NRW meşiyan.

Li pêşiya Parlamentoya Eyaletê ya NRW meş veguherî mîtîngê û Kurdistanî Mûstafa Tûzak ê ku li bajarê Dûîsbûrgê 28 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye axivî. Tûzak berxwedêrên grevên briçîbûnê silav kir û got; “Bedela wê çi dibe bila bibe wê ev berxwedan bi teqez serbikeve. Em mafdar in û em ê serbikevin.” Mûstafa Tûzak serî de bang li jin û ciwan, gel kir ku xwedî li berxwedanê derbikevin.

Di meş û mîtîngê de gelek belavok hatin belavkirin û bi dirûşmeyan meş bidawî bû.