Kurdistanî û dostên wan ên di seat 14:00’an de li ber DGB’ê hatin gel hev, pankart û dowîzên bi Elmanî û bi alayên YPG û YPJ’ê xwestin dest bi meşê bikin. Lê belê polîsan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ’ê hincet nîşan dan û meş asteng kirin.
Kurdistanî û dostên wan yên li hember helwesta polîsan bertek nîşan dayî, çalakiya rûniştinê û mitîng li dar xistin.
Hevserokê FED-MED’ê Engîn Sever ê di çalakiya rûniştinê de axivî, got “Her çiqasî alan qedexe bikin jî nikarin sembolên me ji dilê me derxin. Em xwendekarên Rêber Apo ne. Em qedexeyan napejirînin.”
Sever ê diyarkirî di nava hevkariya Elmanya û Tirkiyê de ne, got “Berdelên Kurdan tên jibîrkirin.”
Jineke Elman a ku bertek nîşanî astengiya polîsan dayî jî got, “Dibe ku alayên YPG û YPJ û posterên Ocalan bibe wekî paçek asayî. Lê ji bo Kurdan ev welat in. Al dayîkên wan e, zarokên wan e û xwişk û birayên wan e.”
Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.