Li Dûîsbûrgê li dijî DAÎŞ û Erdogan çalakî hate lidarxistin
Êrîşên DAÎŞ’ê yên li bajarê Parîs û Nîceyê ya Fransayê û yên li Viyana Evûstûryayê li bajarê Dûîsbûrga Elmanyayê hate protestokirin.
Êrîşên DAÎŞ’ê yên li bajarê Parîs û Nîceyê ya Fransayê û yên li Viyana Evûstûryayê li bajarê Dûîsbûrga Elmanyayê hate protestokirin.
Bi banga KON-MED’ê li pêşiya îstasyona trênê saet di 15’an de bi dehan Kurdistanî kom bûn û êrîşên DAÎŞ’ê yên li bajarê Parîs û Nîceyê ya Fransayê û yên li Viyana Evûstûryayê şermezar kirin.
Çalakgeran diyar kirin ku ew van êrîşan şermezar dikin û faşîzma AKP û MHP’ê berpirsên van êrîşan in.
Çalakgeran dewletên Ewropayê rexne kirin ku piştgiriyeke leşkerî, ekonomîk û siyasî didin rejîma Erdogan.