Li Dûîsbûrgê broşurên ‘Abdullah Ocalan’, li Bernê jî gul hatin belavkirin

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Asya Yuksel bi boneya roja rojbûna Abdullah Ocalan broşur hatin belavkirin. Li bajarê Bern ê Swîsreyê jî bi heman boneyê gul li xelkê hatin belavkirin.

Bi boneya 4’ê Nîsanê di çarçoveya pêngava ‘Em bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve Dimeşin’ a Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) çalakiyek hat lidarxistin.

TJK-E’yê bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” banga çalakiyê kir û Meclîsa Jinan a Asya Yuksel jî li ser vê yekê, standa agahdarkirinê danî.

Stand li navenda bajarê Dûîsbûrgê hat danîn û azadiya Abdullah Ocalan hat daxwazkirin.

Di çalakiyê de broşurên têkildarî jiyana Abdullah Ocalan û broşurên “Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji bo Abdullah Ocalan Aştî ji bo Kurdistanê” hatin belavkirin.

Li gel van broşurên ku paradîgmaya Abdullah Ocalan têde hene, broşurên derbarê şoreşa jinê ya Rojava jî hatin belavkirin.

Her wiha kartên têkildarî Konfederalîzma Şoreşa Jinê, Ekolojî û Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd hatin belavkirin.

Meclîsa Jinan a Asya Yuksel herî dawî banga tevlîbûna çalakiya “Azadî ji bo Abdullah Ocalan” kir ku 15’ê Nîsanê wê li Dusseldorfê were lidarxistin.

Wê di meha Nîsanê giştî de, li cihên cuda yên Dûîsbûrgê çalakî bên lidarxistin.

LI BERNÊ GUL HATIN BELAVKIRIN

Li bajarê Bern ê Swîsreyê jî, bi heman boneyê Mecllîsa Jinan a Şehîd Berjîn Zenda 74 cûrên gulan li gel belav kir.

Di çalakiyê de têkildarî têkoşîna Abdullah Ocalan û tecrîda mûtlaq jî agahî hatin dayîn.

Wê sibe li Bernê merasîma roja rojbûnê were lidarxistin. Di dema belavkirina gulan de, banga tevlîbûna vê merasîmê jî hat kirin.