Li Dûîsbûrgê 33 kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin bibîr anîn

33 ciwanên ku ji bo zarokên Kobanê pêlîstikan bibin ji Kurdistan û çar aliyên Tirkiyeyê çûbûn Pirsûsê hatin qetilkirin, li bajarê Duûîsbûrg a Elmanyayê hatin bibîranîn

Di bîranîna li Dûîsbûrgê de deqeyek rêz di serî de ji bo giyanên 33 ciwanên weke ‘Xeyalên rêwîtiyê’ di hefizayan de cihê xwe girt, ji bo hemû şehîdên şoreş û azadiyê rêz hate girtiin.

Bîranîn li ser banga Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanya (AGÎF) li navenda bajar pêk hat.

Di bîranînê de stand hate danîn û gelek belavok belavkirin. Çalakiya ku qasî 2 saetan dom kir dirûşmên ‘Ji bo Pirsûsê edale, ji bo her kesê edalet’, ‘Dewleta qatil wê hesab dide’, ‘Pirsûsê ji bîr neke, nede jibîrkirin’ û ‘Wê hesabê Pirsûsê bê xwestin’ hatin qîrkirin.

Di çalakiya bîranînê de navê 33 xeyalên rêwîtiyê hatin xwedin û  bi yek dengî gotin; ‘li vir e’.