Li Drancyê PDK hate protestokirin

Li banliyaya Drancy a paytext Parîsê, êrîşên PDK’ê hate protestokirin.

Li Drancy a banliyoya paytexta Fransayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Şoreşger hatin gelhev, li dijî êrîşên û dagirkeriya PDK’ê ya li dijî herêmên gêrîla çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiya pankarta bi Fransî ya bi nivîsa “Îxaneta PDK’ê rawestînin” vekirîn de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên PKK, KCK û TCŞ’ê hilgirtin. Di çalakiyê de Malbata Barzanî û rêveberiya PDK’ê hate protestokirin. Ciwanan li ser hev dirûşmeyên “Bimre îxanet”, “Katîl Barzanî”, “Bijî PKK”, “Bijî berxwedana gêrîla” û “Tolhildan” berzkirin.