Li Dragûîgnanê çalakî hate kirin
Bi armanca balê bikişînin ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandin û protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê çalakiyek hate kirin.

Girseya ber bi walîtiya Parc Chabranê ve ketin meşê pankarta bi nivîsa ‘Leyla Guven li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye’.
Di çalakiyê de dirûşmên li dijî Erdogan û belavokên bi zimanê Fransî hate xwendin.
Banga hestyariyê li raya giştî ya Ewropayê hate kirin ku berxwedêrên grevên birçîbûnê li ber sînorê mirinê ne û bêdengî û polîtîkayên durû yên dewletên Ewropa hate protestokirin.
Girseya ku gihişte qadê ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz girtin û piştî xwendina belavoka bi zimanê Frnasî û şûnde çalakî bi dawî bû.