Li Dortmûndê ji bo tecrîd û çalakiya Guven rêze çalakî û serdan

Li bajarê Elmanya Dortmûndê bi armanca balkişandina li ser çalakiya Leyla Guven ku 62 roje di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, bi dirûşmeya “Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne” rêze çalakî û hevdîtin hate kirin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ewlehî, tendursitî û azadiya Ocalan di roja 62’an de didome. Bi armanca balkişandina li ser çalakiya Guven li bajarê Elmanya Dortmûndê rêze çalakî û hevdîtin hate kirin.

SERDANA DÊRA KATOLÎK HATE KIRIN

Li Dortmûndê bi rêveberiya Dêra Katolîk re hevdîtinek hate kirin û dosya hate dayîn.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 62’an de didome, berpisyariya wijdan û exlaqî ji bo berpirsên dêrê hate bibirxîstin.

DOSYEYA DAXWAZA JI BO TEŞKÎLATÊN SPD, CDU YÊN BAJÊR HATE DAYÎN

Li aliyê din komeke Kuridstanî çûn avahiya SPD û dosyeya daxwaza pêşkêş kirin. Di hevdîtinan daxwaz hate kirin ku li dijî çalakiyên greva birçîbûnê bêdeng nemînin.

Serdana partiya desthilatdar CDU jî hate kirin. Di hevdîtinê de hate ragiandin ku bêdengmayîna li dijî tecrîd û komkujiyên gelê Kurd sûcê dij mirovahiyê ye.

SERDANA RADYOYA NRW Û ROJNAMEYAN HATE KIRIN

Kurdistaniyan serdama saziyên çapemeniyê yên li NRW jî kirin. Kurdistaniyan dosya pêşkêşî çapemeniyê kirin, bêhestiyar bûna çapemeniya Elman a li dijî daxwazên çalakiyên greva birçîbûnê rexnekirin û banga bihestiyar bûnê kirin.

Serdan û çalakiyên ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan ya Dortmûndê hate organîzekirin, piştre bi çalakiyekê bi dawî bû.

Di çalakiyê de axaftin hate kirin û hate ragihandin ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd li her derê û her dem wê li ser pêyan be.