Li Dortmundê êrîşên li dijî çanda Kurd hate şermezarkirin
Li Dortmundê bi çalakiyekê êrîşên li dijî çanda Kurd hate şermezarkirin.
Li Dortmundê bi çalakiyekê êrîşên li dijî çanda Kurd hate şermezarkirin.
Gelek ciwan li navenda bajarê Dortmundê hatin ba hev, govend gerandin û êrîşên li dijî çanda Kurd şermezar kirin. Ciwanên ku li ber muzîka Kurdî govend gerandin, bê navber dirûşme berzkirin û dewleta Tirk şermezar kirin.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin: “Ji bo ku em çanda dewlemend a gelê Kurd a ku xwedî dîrokek kûr e nîşan bidin, îro em li hev kom bûne. Çand û muzîka Kurdî ne tenê ji bo gelê Kurd, yek ji nirxên hevpar ên tevahiya mirovahiyê ye. Ev nirx îro rastî zext û qedexeyan tê. Dewleta Tirk bi qedexekirina ziman, çand û muzîka Kurdî re dixwaze vê mîrateya dîrokî ji holê rake. Ev zext li dijî pîvanên gerdûnî yên mafên mirovan e. Her gel xwedî mafê zindîkirina çanda xwe û derbaskirina nifşên nû ye. Em di wê baweriyê de ne ku, divê gelê Kurd jî ji vê mafê bêpar neyê hiştin. Muzîka Kurdî ne tenê şêweyeke kêf û şahiyê ye, di heman demê de îfadeyeke ku dîrok, êş, şahî û hêviyên gel nîşan dide ye. Qedexekirina muzîkê, tê wateya birîna dengê gel û hebûna wê înkarkirine. Em li dijî vê zextê dengê xwe bilind dikin û neheqiya li dijî çand û muzîka Kurdî şermezar dikin. Armanca me ya kombûna li vir, ne tenê ji bo gelê Kurd e, xwedîderketina li tevahiya dewlemendiya çandî yên mirovahiyê ye. Heta zextên li dijî çanda gelan bi dawî bibe, em ê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe dewam bikin. Divê zext û qedexeyên li ser çand û muzîka Kurdî demildest rabe û mafê gelê Kurd ê çandî bê naskirin. Em ê di nava piştevaniyê de li dijî zextan derkevin û ji bo xurtkirina çanda Kurd têkoşîna xwe bidomînin. Em xwedî li dewlemendiya çandî derkevin û dawî li zextan bînin!”
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.