Li dijî qedexeya li ser PKK’ê komkirina îmzeyan didomîne

Standa ku her Roja Çarşemê li Lozanê tê vekirin, bi rojeva ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin veguherî kampanyaya îmzeyan. Li Aarauyê jî lez dan xebatên xwe û tê payîn kampanya li tevahiya welat bê birêvebirin.

Li Siwîsrê standa îmzeyan ya ji bo PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst‘ bê destxistin berdewam dike. Kampanya îmzeyan îro li Lozan û Aarauyê bi eleqeyek mezin berdewam kir.

LOZAN

Li Lozanê di 24’ê Mijdara 2011’an û vir de çalakiya standê her hefte li gelek nuqteyan tê vekirin, fikr, raman û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên vegotin. Çalakî bi rojeva ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin veguherî kampanyaya îmzeyan.

Di standa îmzeyan de çima divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin civaka Siwîsre hate agahdarkirin. Di standa îmzeyan de hate gotin ku PKK tevgereke gel e û ji cemaweriyê hate xwestin ku îmze bikin.

Standa îmzeyan wê di her roja çarşemê li Lozanê berdewam bike.

AARAU

Li Aarau jî kampanya îmzeyan ji aliyê endamên Meclîsa Jinan a Rojbîn û CDK’ê ve tê birêvebirin.

Di vê heftiyê de standa îmzeyan li qada Bahnhofplatzê hate vekirin. Her wiha wê di nava heftiyê de jî li qadên girîng standa îmzeyan were danîn.

Hevserokê CDK-S diyar kir ku heta niha li çendin bajaran kampanya hatiye destpêkirin û got: “Di rojên pêş de ji bo kampanya bikeve rojeva civakê de wê seranserî welat dest bi kampanyayê bikin.“