Li dijî qanûna ewlekariyê çalakî dom dikin

Li Bajarê Qûemperle ya Fransayê, Kurdistaniyên li bajarê Lorîent jî di nav de gelek sazî di seat 15:00’an li Place Saînt Mîchelê hatîn gel hev û qanûna ewlekariyê ya ji aliyê hikumeta Fransayê ve hatî derxistin, protesto kirin.

Fransa dixwaze ku di demek nêz de qanûneke ku mafê mirovan binpê bike derbixe.

Di qanûnê de dema sivîl wêneyên polîsan bigire wê bikeve rewşa sûc û heman demê wê bê qanûnan ku polîs bi dronan wêneyên sivîl û çalakgeran bigire.

Kurdistanî bi rengê xwe tevlî çalakiyê bûn û ji bo tevlîbûna çalakiya bîranîn û protesto kirinê ya 8’emîn salvegera qetilkirina yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez a ku 9’ê Çileyê li bajarê Rennes a bê lidarxistin kirin û belavok belav kirin.

Çalakiya li bajarê Rennesê wê 9’ê Çileyê di seat 14:00’an de ji qada Colombîer dest pê bike.