Li dijî komployê li Parîsê meşa 2 rojan destpê kir
Kurd û dostên xwe ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê lidar dixin. Meşa ku ji Gar De Lest a Parîsê wê destpê bike li Bastîleyê bi dawî bû..
Kurd û dostên xwe ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê lidar dixin. Meşa ku ji Gar De Lest a Parîsê wê destpê bike li Bastîleyê bi dawî bû..
Ji bo salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navenda meş tên lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên li Parîsê hatin ba hev, bi meşekê komplo protesto kirin. Meşa ku wê 2 rojan dom bike roja yekeme saetên sibê ji Gar De Lest destpê kir û ber bi Bastîlleyê dewam kir.
BERXWEDÊRÊN GREVÊ HATIN SILAVKIRIN
Meşa bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd û Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa hate kirin, daxwaza azadiya Ocalan hate qîrkirin, berxwedêrên grevan hatin silavkirin. Di meşê de wêneyên Leyla Guven, Nasir Yagiz û Îmam Şîş hatin hildan û dowîz hatin bilindkirin.
Di meşê de ji bo balê bikişînin ser rewşa Leyla Guven û tecrîda Ocalan belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.
Ji bo meşa ku wê sibe jî bidome bang li Kurdên li Faransayê dijîn kir ku tevlî meşê bibin.