‘Li dijî faşîzmê Kurdistanê biparêze’

Li Londonê bi hezaran kes bi komên enternasyonal re gotin, ‘Kurdistanê biparêze’ û meşiyan.

Bi banga ‘Kurdistanê biparêze’ ya komên enternasyonalîst û Meclîsa Gelê Kurd, bi hezaran kes li dijî êrîşên dagirkeriyên yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li ber avahiya BBC’yê hatin ba hev. Komên antîfaşîst, anarşîst, rêxistinên Piştevaniya bi Gelê Filistinê re, endama Kampanyaya Ji Bo Azadiya Ocalan, ekolojîst, Piştevaniya Komunîst a Şoreşger, MLKP, Gîk-Der û gelek rêxistin tev li çalakiyê bûn. Gelek rêxistin bi alên xwe tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên YPG, YPJ, TCŞ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd hatin hilgirtin.

Bi pankart û dowîzan bertek nîşanê bikaran

îna çekên kîmyewî û polîtîkayên dagirkeriyê yên li Kurdistanê yên dewleta Tirk hat nîşandan. Di çalakiyê de timî dirûşmeyên ‘’Bimire faşîzma Tirk’’, ‘’Piştgiriya Tirkiyeyê neke Îngilistan’’, ‘’Li dijî faşîzmê Kurdistanê biparêze’’, ‘’Ji şerê li Kurdistanê re bibêj êdî bes e.“, ‘’Dewleta terorîst, Erdoganê terorîst’’, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Kurdistan wê gora faşîzmê’’ û ‘’Bimire xiyanet’’ hatin berzkirin.

Ciwan bi cil û bergên neteweyî tev li çalakiyê bûn. Dirûşmeyên ji bo piştevaniya ji bo gerîlayan berz kirin. Dowîzên ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexekirin hatin hilgirtin.

‘LI DIJÎ FAŞÎZMÊ KURDISTANÊ BIPARÊZE’

Ji ber avahiya BBC’yê ber bi Downîng Street a avahiya Serokwezîriyê lê ve dest bi meşê hat kirin. Di meşê de belavokên li ser sûcên şer ên dewleta Tirk hatin belavkirin.

Dema meşê hin faşîstên Tirk bi nîşaneyên xwe yên nijadperestiyê xwestin provokasyonê bikin. Faşîstên rastî berteka tund a çalakgeran hatin di bin kontrola polîsan de ji qada meşê hatin dûr kirin.

ÊDÎ ÇEKAN NEFIROŞIN!

Meş li ber avahiya Serokwezîriyê bi dawî bû. Li ser navê saziyan axaftin hatin kirin. Di axaftinên hatin kirin de îşaret pê hat kirin ku dewleta Tirk li kevneşopiya xwe qetilker û hovane dewam dike û Rojhilatê Navîn kiriye gola xwînê. Ji Îngilistanê û hikûmetê Îngilizê daxwaz hat kirin ku hew çekan bifiroşe.

RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN RÊYA AŞTIYÊ VEDIKE

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya aştiya Rojhilatê Navîn e û hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi polîtîkayên mêtingeriyê dixwaze Kurdistanê dagir bike. Ji hemû hêz û pêkhateyan li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêzin.

Çalakî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.

ÇALAKIYEKE DIN LI BER PARLAMENTOYA ÎSKOÇYAYÊ

Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û komên enternasyonalîst li Îskoçyayê jî li ber avahiya parlamentoyê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxwaz ji Parlamentoya Îskoçyayê hat kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê bibe xwedî helwest û nehêle Îngilistan çekan bifiroşe dewleta Tirk.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.