Li dijî êrişên kîmyewî li Qibrisê kampanya îmzeyan hat destpêkirin

Bi armanca şermezarkirina êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê, li bajarê Lîmasol a Qibrisê çalakiyek hat lidarxistin.

Li Lîmasolê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kampanya komkirina îmzeyan hat destpêkirin.

Kampanya îmzeyan ya bi pêşengiya Însiyatîfa Jinên Kurd bi stanta li Parka Molozê hat vekirin hat destpêkirin.

Çalakiya ku sibehê hat lidarxistin rastê eleqeyek mezin a gelê Qibrisê û tûrîstan hat. Bi sedan îmze hatin komkirin.

Çalakî heya saetên dereng wê bidome. Tê armanckirin ku bi hezaran îmze werin Komkirin.