Li Den Haagê şehîd hatin bîranîn

Di şexsê şehîd Kawa Yîgît de yê ku di 12’ê Tîrmehê de di Pêngava Bazên Zagrosê de şehîd bûbû, şehîdên malbata Yîgît li bajarê Den Haagê ya Hollandayê hatin bîranîn.

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê di şexsê şehîd Berxwedan Nisêbîn (Kawa Yîgît) de şehîdên malbata Yîgît û şehîdên meha Tebaxê hatin bîranîn.

Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de Komîsyona Malbatên Şehîdan a Den Haagê diyar kir ku di sala 1983’an de bi tevlêbûna Salîh Yîgît (Battal) re endamên malbatê tevlî nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûne.

Ji bo şehîdên malbatê Hasîp Acat, Nezîr Acat, Îsmaîl Yîgît, Kawa Yîgît (Berxwedan Nisêbîn), M. Tahîr Yîgît (Zerdeşt), Huseyîn Yîgît (Zerdeşt), Abdûllah Yîgît (Berxwedan) û şehîdên meha Tebaxê Sosin Mihemed (Sosin Bîrhet, Zekî Şengaî û Seît Hesen sînevîzyon hate nîşandan.

Di bîranînê de hate diyarkirin ku di 12’ê Tîrmehê de Kawa Yîgît tevî 5 hevalên xwe di Pêngava Bazên Zagrosê de şehîd bûye. Birayê wî Muslum Yîgît diyar kir ku xizmên wan ên şehîd dev ji konfora xwe berdane û ji bo parastina mafên gelên xwe tevlî nav refan bûne. Yîgît got “Em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê heta dawiyê li ser xeta wan bin.”

Bîranîna bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.