Li Den Haagê ji bo hilbijartinên xwecihî civîn hate lidarxistin
Li bajarê Hollanda Den Haagê bi pêşengiya Înîsyatîfa Karakoçaniyên Ewropa ji bo hilbijartinên xwecihî yên Adara 2019’an civînek hate lidarxistin.
Li bajarê Hollanda Den Haagê bi pêşengiya Înîsyatîfa Karakoçaniyên Ewropa ji bo hilbijartinên xwecihî yên Adara 2019’an civînek hate lidarxistin.
Nûnerê HDP’ê yê Ewropa Eyup Dorû, siyasetmedar Tûba Hezer, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, Hevşaredarê Îpekyolû (Rêya Armûşê) Veysel Keser, Hevşaredarê Depê Bûrhan Kocaman beşdarî civînê bûn.
Eyup Dorû got; “Erdogan tenê siyasiyek e. Ew hişmendi jî hişmendiya komkujî û zextan e.” û bal kişand li ser girîngiya hilbijartinên xwecihî ji bo Kurdistanê.
Tûba Hezer jî got li bajarên Kurdistanê siyasetekî qirêj a dewleta Tirk heye û wiha domand; “Em ê jî ji bo vale derxistina vê siyaseta qirêj li her derê cîhanê têbikoşîn. Dewleta qeyûmên ku tayîn kirî bivê hilbijartinê re dixwaze rewa bike. Bi vê re jî dixwaze tecrîda giran a li ser Rêzdar Ocalan, komkujî û hilweşinên li Cizîr, Nisêbin û Kurdistanê rewa bike. Bi vê hilbijartinê em ê pêşî li tiştê vê bigrin.”
Leyla Îmret jî got li Kurdistanê pêvajoyek girîng heye û ev hilbijartin bersiva demê ya ji bo komkujî û xespkirina îradeya gel e.
Piştre peyama rêxisitina HDP’ê ya navçeya Depê hate xwendin û civîn bi dawî bû.