Li Den Haagê ji bo hevgirtina grevên birçîbûnê civînek hate lidarxistin

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê Înîsayatîfa PKAN’ê ya Hollandayê ji bo balkişandina ser çalakiya grevên birçîbûnê civînek li dar xist.

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê ji bo hevgirtina çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, civîneke hevgirtinê hate kirin.

Civîna îro ji aliyê Kurdên Anatoliya Navîn hate kirin. Girseyeke qelebalix tevlî civîna Înîsayatîfa PKAN’ê ya Hollandayê bûn.

Di çalakiyê de peyamên çalakgerên grevên birçîbûnê yên li Amed, Strasboûrg, Kanada, Îngîltere û Elmanyayê bi rêya sînevîzyonê hatin nîşandan.

Di sînevîzyonan de peyama Leyla Guven û axaftina zarokên li Kurdistanê baleke mezin kişand.  

Di axaftinan de jî hate diyarkirin ku çalakiya Leyla Guven li hemberî vê pêvajoya tarî serhildanek e û divê têkoşîn were geşkirin.