Li Den Haagê ji bo Şengalê çalakî hate kirin
Li bajarê Den Haag a Hollandayê ji bo Şengalê çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Den Haag a Hollandayê ji bo Şengalê çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Den Haag a Hollandayê ji bo Şengalê li dijî hikumeta navendî ya Iraqê çalakî hate lidarxistin.
Çalakiya ji aliyê DEM-NED’ê ve hatî lidarxistin, li ber avahiya Sefaretxaneya Iraqê hate kirin.
Gefa hikumeta navendî ya Iraqê ya “Hetanî 24 seatan çekên xwe danin û derbikevin” a ji bo Hêzên Asayîşa Şengalê, weke banga fermanekê hate nirxandin.
Hevserokê DEM-NED’ê Huseyîn Yildiz di çalakiyê de axivî û anî ziman ku Netewên Yekbûyî, Iraq û PDK ya ku Şengal bi qetlîama DAÎŞ’ê re rû bi rû hiştî dîsa dixwazin bixin bin bandora şebekeyên îxanetê.
Yildiz ji bo xwedî derketina li Şengalê bang li herkesê kir ku tevlî çalakiyan bibin.