Li Den Haagê du şervanên azadiyê hatin bibîranîn

Du şervanên ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdan de di demên cuda de şehîd bûbûn, li Den Haagê hatin bibîranîn.

Ferhat Dîkîcî yê bi nasnav Erdal Guven ê ku di 30’ê Mijdara 2015’an de li herêma Serêkaniyê ya Rojava şehîd bûbû M. Akîf Çakici yê bi nasnav Saît Sason hatin bibîranîn.

Di bibîranînê nameya ku birayê Erdal Guven şandibû hate xwendin. Diya Guven jî bi rêya têlefonê tevlî bernameyê bû û got ku “Kurê min, şehîdê hemû Kurdistanê ye.”

Di bibîranînê de li ser navê DEM-NED’ê daxuyaniyek hate dayîn û bal hate kişandin ser çalakgerên greva birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Ji bo serketina vê têkoşînê divê her kes berpirsyar tevbigere û bihistyar be.”