Li Cenevreyê Nûnertiya Rêveberiya Xweser hate vekirin

Li Cenevre ya Swîsreyê bi merasîmeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nûnertiya xwe ya dîplomasî vekir.

Nûnerên hikumeta Swîsreyê û siyasetmedarên Swîsreyî û Sûrî, nûnerên ji rêxistinên civaka sivîl ên têkildarî rewşa Sûriyê di merasîmê de amade bûn.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bixêrhatina beşdaran kir û got: "Di destpêkê de ez vê gavê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikim, bi taybet şehîd û malbatên wan ên ku canê xwe daye heta ku em gihiştine vê qonaxê. Her wiha spasiya her kesê/a hiştiye ev gav bi ser keve dikim."

Kurd behsa vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê kir û wiha domand: "Ev pêngav ji bo pêşdeçûna têkiliyên di navbera me, hikumeta Swîsre û gelê wê de pêk hat. Wê ev nûnertî bibe pirek di navbera me de. Pêwîst e nûnertiyên Rêveberiya Xweser û QSD’ê li her cihî hebe. Ji ber vê hêzê di oxira pêkanîna aramî û ewlehiyê li cîhanê de bi rêya şerê li dijî DAÎŞ’ê de gelek qurbanî û ked dan. Girêdayî wê jî terora bi nûnertiya DAIŞ’ê êdî xeteriyeke stratejî li ser herêmê û cîhanê ye, ji lew re pêwîstî bi xebatên navneteweyî hene ku were têkbirin."

Çiya Kurd destnîşan kir ku wê nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê mîna alav û amûreke xurt ji bo piştgiriya destkeftiyên gelên herêmê be."