Li Cenevre û Grazê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê û li bajarê Grazê yê Evûstûryayê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê hate pîrozkirin.
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê û li bajarê Grazê yê Evûstûryayê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê hate pîrozkirin.
CENEVRE
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê Cejna Vejînê hate pîrozkirin. Pîrozbahî ji aliyê NCDK’ê li Park Evaûxê hate lidarxistin. Alayên PKK, YPG, YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadê hate daliqandin.
Di pîrozbahiyê de hevserokên NCDK’ê Bêrîvan Avci û Salîh Saglam axivîn.
GRAZ
Li bajarê Grazê yê Evûstûryayê jî 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Pîrozbahî wekî tûrnûvaya fûtbolê û seyranê hate pîrozkirin. Kurdistaniyan heta êvarê govend gerandin û 15’ê Tebaxê pîroz kirin.