Li Cenevre û Bernê tecrîd hate protestokirin

Li bajarên Cenevre û Bernê yên Swîsreyê ji bo balê bikişînin ser berxwedrên grevên birçîbûnê çalakî hatin kirin.

Ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadî û ewlehiya wî her wiha piştevanîkirina bi berxwerêrên grevên birçîbûnê re li bajarê Cenevre û Bernê yên Swîsreyê çalakî hatin kirin.

CENEVRE

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Kurdistaniyên li pêşiya Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî hatin ba hev meşek lidar xistin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan. Bi Fransî dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindana’, ‘Leyla Guven Rûmeta Me ye’ û ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin. Her wiha belavok hatin belavkirin. Dîsa bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, CPT’ê û saziyên navneteweyî hatin protestokirin.

Meş li Qada Mont-Blancê vegûherî mîtîngê. Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Salih Saglam axivî û got: “Heta daxwazên berxwedêrên grevên birçîbûnê pêk neyên em her roj li qadan çalakiyan pêk bînin.

BERN

Li paytexta Swîsre Bernê ji aliyê Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA) li pêşiya Dêra Heîlîg Geîst Kîrche a li Bahnhofplatzê çalakiyek hate kirin bal hate kişandina ser berxwedêrên grevên birçîbûnê.

Di çalakiyê de Nûnera FEDA a Swîsreyê Songul Çelîk axivî û ji bo kesên bedena xwe dane ber mirinê banga xurtkirin û bilindkirina têkoşînê kir.