Li Cenevre, Berlîn û Brûkselê çalakiyên ‘Bila Erdogan bê darizand

Li gelek bajaran 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Darizandina Desthilat 100 Sedem û 100 Hezar Îmze” ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpa (TJK-E) ve hatî destpêkirin, çalakî hatin lidarxistin.

CENEVRE

Bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanî, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre ya Swîsreyê Kurdên ku hatin gel hev mitîngek lidarxistin.

Li wir di kesayeta jinên ku li Tirkiye ya Serokkomarê Tirk Recep Teyîp Erdogan de, ji aliyê dewlet û mêran ve hatî qetilkirin, rêz girtin.

Di mitînga ku jinan wêneyên jinên hatîn qetilkirin û alên TJK-E’yê hilgirtîn de Aktîvîsta YJK-S’ê Bêrîvan Avcî axivî.

Piştî axaftinan di mitîngê de yek bi yek navê jinên hatin qetilkirin xwendin. Mitîng piştî banga tevlîbûna ji bo çalakiya li navenda Swîsreyê ya li bajarê Baselê roja 12’ê Kanûnê bê lidarxistin, bi dirûşmeyan bi dawî bû.

BERLÎN

Li bajarê Berlînê yê Elmanyayê jî bi heman armancê li ber avahiya parlementoyê çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdan û dostên wan zext, binpêkirina mafan û tecrîda di serî de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û ya li ser tevahiya girtiyên siyasî protesto kirin.

Parlementera HDP’ê Sîbel Yîgîtalp di mitîngê de axivî û diyar kir ku ji bo darizandina faşîzma Erdogan wê li her qadê kampanyaya îmzeyan mezin bikin û bal kişand ku dawiya faşîzmê nêz bûye.

BRÛKSEL

Li Brûkselê ya ku paytexta Belçîkayê ye bi pêşengiya tevgera jinên Kurd, di çarçoveya heman kampanyayê de li ber avahiya Konseya Ewrûpa çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ji yek nûnerên TJK-E’yê Ayten Kaplan anî ziman ku pêwîst e Ewrûpa li dijî qetîam û şîdeta li ser jinê bêdeng nemîne.

Parlementera Wanê ya berê Tûgba Hezer jî diyar kir ku wê bi têkoşîna jinê Erdogan bê cezakirin.

Çalakî bi xwendina belavoka di derbarê kampanya ya “100 sedem” ji bo darizandina desthilatê Tirk de, bi dirûşmeyan bi dawî bû.