Li Celleyê Mam Zekî Şengalî û Atakan Mahîr hatin bibîranîn

Mam Zekî Şengalî û Atakan Mahîr û gerîlayê ku bi wan re şehîd ketin li Elmanya Celleyê bi bernameyekê hatin bibîranîn.

Kurdistanî li Mala Êzîdiyan hatim cem hev û Mam Zekî Şengalî ê ku 15'ê Tebaxa 2015'an û Atakan Mahîr ku 11'ê Tebaxê li Dersimê şehîd bûbûn û gerîlayên ku pê re şehîd bûbûn bi bîr anîn.

Di bernameya bîranînê de axaftin hatin kirin. Kurê Mam Zekî Edîp Ozen û qîzapa Diyar Xerîb axaftineke kurt kirin, 15'ê Tebaxê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemû malbatên şehîdan pîroz kirin û peyama geşkirina berxwedanê dan.


Piştî sînevîzyona derbarê Mam Zekî û Atakan Mahîr, li ser navê TJK-E'yê Zozan Serhad axivî. Zozan got ew di şexsê Mam Zekî, Diyar Xerîb û Mahîr Atakan de hemû şehîdan bi bîr tînin, 15'ê Tebaxê destpêka jiyaneke nû û salvegera berxwedana me ye.

Siyasetmedarê Kurd Ramazan Imîr jî got, ''Me soz daye şehîdan, ji bo azadiyê em deqeyekê jî ranawestin.''

Ji MŞD'ê Şêx Loqman jî axivî û got, ''Mam Zekî li çiyayên Şengalê bû dengê zarokan û jinan. Li çiyayê Şengalê jiyaneke nû afirand. Ji bo ku vîna mirovên li wir bişkînin Mam Zekî kirin hedef. Ji bo ku karibû rêxistiniya gelê Şengalê bike ew kirin hedef.''

Li ser navê KCDK-E'yê Yuksel Koç axivî û got, 15'ê Tebaxê di şexsê Egîd de li çar parçeyên Kurdistanê hatiye jiyîn.

Hevseroka NAV-YEK'ê Çîçek Yildiz jî got heke îro hê jî  dilsoziya wan a bi şehîdan re didome ev nîşan dide ku xwîna bi hezaran sala beleheq nerijiyaye, komkujiyan gelê Kurd xilas nekirine û ew ê heta dawiyê biçin.

Hevserokê KON-MED'ê Tahir Koçer jî axivî û got, ''Projeya Serok Apo ji Kurdistanê re bû hêvî. Pir siûda me heye ku rêberekî weke Rêber Apo, rêberê me ye.''

Li ser navê Meclîsa Malbaên Şehîdan (KOMAV) Silêman Huseyîn jî got,''Divê em li ser şopa şehîdan bin. Rêya me bellî ye. ''

Ji Mala Êzîdiyan jî Yalçin Sacik got, ''Mam Zekî xweserî diyarî me kir. Rêbaza ku em ê vê çawa rê ve bibin di dest me de ye.Divê em li komele û malên xwe xwedî derkevin. Weke Mam Zekî got, ''karê xwe bidomînin û xwe xurt bikin'' û em bibin yek.''

Li ser navê TEV-ÇEND'ê Amele jî got, ''Di şexsê Mam Zekî de em asîmîlasyona ku li ser me hatî ferzkirin qebûl nakin.''