Li Brukselê tecrîd hate protestokirin

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan û bang li saziyên Yekîtiya Ewropayê kirin ku bila êdî bêdeng nemînin.

Ji serê sibehê ve ji gelek welatên nêzî Belçîkayê Kurd û dostên wan hatin Qada Gare du Nord a li Brukselê. Ji bajarên rojava yên Fransayê, Elmanya, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê gel hatin.

Girse ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê hatin ba hev û piştî nîvro dest bi meşê kirin.

Li pêşiya meşê, pankarteke mezin a ‘Azadî ji Ocalan re’, wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê û posterên Ocalan hatin vekirin.

Girse ji pêşiya gara trênê ya navendî Gare Centralê derbas bû û gihişt Pirtûkxaneya Kraliyetê. Girse li vê derê çalakiya rûniştinê li dar xist û piştre hate ber Parlementoya Ewropayê.  Piştî meşa du saetan girse gihişt Qada Schûmanê ya ku Komîsyona Ewropayê û Konseya Ewropayê li wê derê ye.

KARTAL: HETA KU EM ENCAMEKÊ BISTÎNIN…

Di mîtîngê de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bal kişand ser çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê û got ku “Ev çalakî pîroz in. Heta ku tecrîd were rakirin û berxwedana çalakgeran bigihêje encamê, divê em çalakiyên xwe geştir bikin. Di vê hilbijartina di 31’ê Adarê de em ê derseke mezin rejîma Tirkiyeyê lê beriya hilbijartinê rojeva me ya pêşîn grevên birçîbûnê ye, divê em bibin dengên çalakgeran. Li ser vî esasî divê Konseya Ewropayê biryaran bistîne û zextan li Tirkiyeyê bike.

DÎLEK OCALAN: DI VÊ QONAXÊ DE ÊDÎ BÊDENGÎ NABE

Çalakgera greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Dîlek Ocalan bi rêya telefonê zindî beşdarî mîtîngê bû. Ocalan girseya gel silav kir û got; “Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me neyê şikandin em ê dawî li çalakiya xwe neynin. Bêdengiya dewletên Ewropayê nayê qebûl kirin. Em deyndarê Rêbertiya xwe ne. Grevên birçîbûnê qonaxekê îfade dike. Em naxwazin hevalên me bimirin. Divê qonaxê de êdî bêdengî nabe. Divê gav were avêtin. Ev jî bi têkoşînê re mumkin e. Komîteya Pêşîlêgirtia Êşkenceyê (CPT) rûyê xwe yê qirêj nişan da li dijî êşkenceyê nasekine û bêdeng ma.”

Ocalan diyar kir ku heta dawiyê ew ê saziyên Ewropayê bêdeng nebe û got; “Divê em wan di bêdengiya wan de bifetisînin. Armanca me şikandina tecrîdê ye. Şikandina tecrîdê parastina azadiyê ye. Heta tecrîd neyê şikandin em nikarin bêjin em azad in, em mirov in.”

KEMALÎZADE: EV PÊVAJOYEKE DÎROKÎ YE

Ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Tahîr Kemalîzade jî qala girîngiya çalakiyê kir û got ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê ye. Kemalîzade got; “Ev ji bo me pêvajoyeke dîrokî ye. Azadiya çar parçeyên Kurdistanê di azadiya Ocalan ve girêdayî ye. Grevên birçîbûnê û pêvajoya heyî  ji bo gelê Kurd îmtihanek e.” Kemalîzade bang li her kesî kir ku hê bêhtir beşdarî têkoşînê bibin.