Enstîtuya Kurd a Brukselê wê li navenda Yekîtiya Ewropayê Brukselê roja 6’ê Hezîranê “Konferansa Serhildana bi pêşengiya Jinê: Di Çarçoveya Zext û Şoreşê de Îran” li dar bixe. Konferans wê li Salona Spînellî ya Parlamentoya Ewropayê 1G2 di navbera salet 10.00-18.00 were lidarxistin. Konferans bi hevkariya Çep a Ewropa, Sosyaslîstên Pêşverû& Demokrat û Keskên Ewropayê tê organîzekirin.
Endamê PE’yê, aktîvîstên tevgerên jinan, nûnerên rêxistinên karkeran û nûnerên partiyên siyasî weke axaftvan di konferansê de cihê xwe digirin. Bernameya konferansê wiha ye:
Vekirina Konferansê wê endamê PE’yê Costas Mavrîdes ku mensûbê Koma Tifaqa Demokratan û Sosyalîstên Pêşverû yên li Parlamentoya Ewropayê; Berdevkê Platforma Demokratîk a Îranê Azad Karîmî, Aktîvîsta Tevgera Jinan Ellahe Sadr bike.
Panela yekem a konferansê wê bi moderatortiya Rojîn Mûkriyan bê kirin û wê krîza heyî ya li Îranê bê nîqaşkirin.
Di panela duyemîn de jî wê “Berpirsyarî û Perspektîfên Kurdan a Ji bo Demokratîkbûna Îranê” bê nîqaşkirin.
Panela sêyem jî wê bi moderatortiya Soheîla Sharîarî bê kirin.