BI DÎMEN

Li Brukselê dagirkerî hate protestokirin: Piştgiriyê bidin Rojava!

Li paytexta Belçîka Brukselê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê hatin protestokirin. Banga parastina Rojava hate kirin.

DAGIRKERÎ HATE PROTESTOKIRIN

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi banga TJK-E’yê li paytexta Belçîka Brukselê çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên ku bi Îngilizî û Fransî li ser “Bêdengî hevkarî ye”, “Qirkirina Kurd rawestîne”, “Li dijî dagirkerî, şer û nîjadperestiyê têkoşîna enternasyonalîst mezin bike”, “Ji bo parastina Rojava rabe ser piyan” hatibûn nivîsîn, hatin hildan. Di çalakiyê de bi Kurdî û Fransî dirûşmeyên ji bo xwedî derketina li Rojava hatin berzkirin. Di çalakiyê de hêrsa li dijî dewleta Tirk hate vegotin.

Li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) Zeynep Gorgu nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê da. Zeynep Gorgu diyar kir ku ew ê li dijî êrîşan li qadan bin û banga mezinkirina piştevaniyê kir.

Li ser navê ADGB’ê, ji Partîzanê Abbas Demîr daxuyaniya Tirkî xwend û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê da.

Li ser navê TJK-E’yê jî daxuyanî ji aliyê Arîfe Soysuren ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên dagirkeriyê di heman demê de, tê wateya êrîşên li dijî destkeftiyên civakî û çandî yên têkoşîna rizgariya jinê û ev tişt hate gotin:

“Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) em ji bo piştevaniya Şoreşa Jinê ya li Rojava, banga tevlîbûna çalakiya 14’ê Kanûnê roja çalakiya gerdûnî dikin. Di serî de jinên Kurd, em bang li hemû jinan, raya giştî ya demokratîk û her kesê dikin ku piştgiriyê bidin çalakî û xwepêşandanan.

Jinên li Rojava ji bo cîhaneke wekhev û adil, têdikoşin. Ji bo azadiya gel û parastina têkoşîna mirovahiyê, divê em piştgiriyê bidin berxwedana wan.”