Li Bruksel û Erfurtê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin

Li Bruksel a ku paytexta Belçîkayê ye û li Erfurta Elmanyayê bi çalakiyan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Bakurê Rojhilatê Suriyeyê pêkt îne, hatin protestokirin.

Li Bruksela paytexta Belçîkayê, çalakiyek ji aliyê NAV-BEL, YJK-B û KOMAW ve hate organîzekirin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Rojhilatê Suriyeyê hate protestokirin.

Di çalakiya li Place Schumannê hatî lidarxistin de, alên TJK-E, YPS, YPG û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin hilgirtin.

Gelê ku pankarta bi nivîsa, “Ji bo Rojava rabe ser piyan” hilgirtî, bi dirûşmeyan bertek nîşanî êrîşan dan.

Di çalakiyê de ji Komîteya Peywendiyên Derve yê NAV-BEL’ê Orhan Kiliç axivî.

Piştî axaftinê çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ERFURT

Li Erfurta Elmanyayê jî bi çalakiyekê êrîş hatin protestokirin. Di axaftinên di çalakiya li ber HBF’ê de, êrîşên dagirkeriyê hate şermezarkirin.