Li Brîtanyayê banga 'li dijî dagirkeriyê mûdaxeleya lezgîn' hat kirin

Li Brîtanyayê saziyên Kurdistanî, akademîsyen, sendîkavan û nivîskar ji Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Davîd Lammy re name nivîsandin û banga li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk helwest nîşan bidin hat kirin.

Di hilbijartinên ku 4’ê Tîrmehê li Brîtanyayê hatin pêkanîn de Partiya Karker bi ferqeke mezin desthilatdarî bi dest xist. David Lammy ku yek ji girîngtirîn kesayetiyên Partiya Karker e û her wisa parlamenterê herêma Tottenham a ku Kurd bi giranî lê dijîne, bû wezîrê karê derve yê Brîtaniya. David Lammy kesekî ku pirsgirêka Kurd ji nêz ve nas dike ye. Ji ber sûcên ku dewleta Tirk li dijî Kurdan pêkaniye gelek hevdîtinan pêk aniye û her wiha beşdarî gelek civînên li Navenda Civaka Kurd bûye.

Lammy, di hevpeyvîneke xwe de diyar kirin bû ku diltirsiya gelê Kurd di cih de ye û gotibû hikûmeta muhafezakar a Brîtanyayê jî ji ber polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan berpirsyar e.

Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, saziyên Kurd û dostên Kurdan ku ji parlementer, sendîkavan, rojnamevan, rewşenbîr û nivîskaran pêk tên, li ser navê dostên Kurdan ji Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Davîd Lammy re name şandin. Di nameyê de li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bang hate kirin. Kesên îmzeyên wan di nameye de heyî ev in; "Parlementerê Partiya Keskan a ji bo Skoçyayê Rosse Greer, Hîndekarê Zanîngeha Edînburghê Dr Nîcholas S. Matheou, wezîfedarê hîndekariyê li Zanîngeha Goldsmîtîh ya Londrayê Prof. Lenka Vrablikova, Dr. Stefano Ba’, Erkdarê Hindekariyê yê Piledar ê Zanistên Civakî Prof. Stefano Ba, Erkdara Hindekariyê ya Piledar a Beşa Sînemayê ya Zanîngeha Manchesterê Dr. Victoria Lowe, Nivîskar Jacinta Kerketta,  Mafparêz Parêzer Margaret Owen, Prof. Felix Padel, Endamê Konseya Rêvebrinê ya Sendîkaya UNISON'Ê Stephen Smellie,  Serokê Şaxa Sendîkaya UNISON'ê yê Başûrê Lanarkshireyê Margaret Gallacher.''

Her wiha name ji aliyê gelek sazî û rêxistinên weke Tevgera Azadî, KJAR, PJAK, Kongra Star, Tora Piştgiriya Kurdistanê û Nûneritiya Konseya Sûriyeya Demokratîk a Brîtanyayê ve hate îmzekirin.

SÛCÊN DEWLETA TIRK HATIN RÊZKIRIN

Di nameyê de ev tişt hate gotin:

“Em weke endamên toreke çalakvan, sendîkavan, aktivîstên mafên mirovan, xwendekar, mamoste, rêxistinên civaka sivîl û komên cuda ên civakê der barê mijareke lezgîn a girêdayî êrîşên leşkerî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê ya Iraqê ku ji 15’ê Hezîranê ve zêde bûye û metirsiya şerekî berfirehtir li dijî gelê Kurd nîşan dide dinivîsin. Desthilatdariya AKP'ê ya bi pêşengiya Erdogan bi mehan e daxuyaniyan dide ku wê havînê şer gur bikin û şervanên PKK'ê yên li herêmê bikin hedef. Lê belê em bi fikar in ku seferberiya zêde ya personel û alavên leşkerî yên Tirk, rîska şerekî bi lêçûnên mezintir ên însanî û hawirdorê bi xwe re tîne. Tevgera Kurd di çarçoveya van fikaran de bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo aştî û aramî li herêma ku di encama şerê dehan salan ji hev belav bûye pêk were, li dijî polîtîkayên Erdogan ên şer derkevin.

Di nameyê de hat ragihandin ku artêşa Tirk ji destpêka sala 2024'an û vir ve 1076 êrîş li Başûrê Kurdistanê kiriye û wiha hate gotin, "Li Dihokê 526, li Hewlêrê 405, li Silêmaniyeyê 135 û li Nînovayê jî 10 êrîş hatin kirin. Artêşa Tirk tenê di nava mehên dawî de nêzî 30 kîlometre derketiye dervî sînorê xwe û herî kêm 45 baregehên leşkerî ava kirine. Zêdeyî 300 tankên leşkerî li herêmê hatine bicihkirin. Ev yek jî tê wateya amadekariyên şerekî berfireh li herêmê tê kirin.”

Di nameyê de her wiha bal hat kişandin ser agahiyên ku dewleta Tirk piştgiriyê dide ketina çeteyên DAÎŞ'ê ya Herêma Kurdistanê û hat bibîrxistin ku Kurdan di deh salên dawî de li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke mirovî ya ku mînakê wê nîne meşandine û hate gotin ku ji bo ku axên Sûriye û Iraqê ji xirabiyê bên parastin, erka mirovahiyê girtine ser milên xwe.

Di nameyê de hate diyar kirin ku civaka navneteweyî li pêşberî gefên leşkerî û însanî yên hêzên herêmî ku Tirkiye û Iraq jî di nav de ye di nava bêdengiyeke mezin de ye û ev tişt hatin gotin, "Pêwîste em diyar bikin ku tevgera leşkerî ya bi vî rengî binpêkirineke eşkere ya serweriya Iraqê ye; Ji ber alavên leşkerî û personelên Tirk, li herêmê jiyana şêniyên gund dikeve xeteriyê û bandor li debara wan çêbûye. Ji sala 1991’an û vir ve di encamê şerê ku Tirkiye li dijî PKK li herêma Kurdistanê dimeşîne de 702 sivîlên tên nasîn hatin qetilkirin, 344 sivîl jiyana xwe ji dest dan, 162 gund hatin şewitandin û 602 gund jî bi xeteriya wêrankariyê re bi encam bû. Ev îstatîstîk, dibe ku tenê beşek ji zerarên ji ber vê pevçûna demdirêj rû dane nîşan bide û eger şer li herêmê ji nû ve gur bibe, rîskeke mezintir derdixîne holê."

'BÊDENGÎ RÊ LI BER KARESATÊN GIRAN VEDIKE'

Di dewama nameyê de bangawezî li wezîrê karên derve hat kirin ku ji bo aştî û edaleta li herêma Kurdistanê pêk were, ji nêz ve rewşê bişopînin û tiştên ji destê wan bê were kirin û ev tişt hate gotin, “Bi vê nameyê re em bang li civaka navneteweyî û saziyên navneteweyî yên pêwendîdar jî dikin ku ji bo şer bê rawestandin, aştî û edalet serwer be pêvajoya muzekareyan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiye û Rojhilata Navîn bidin destpêkirin.”

Nûnerê Têkiliyên Derve yê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Agît Karataş ê ku der barê nameye de ji ajansa me re axivî û bal kişand ku hikûmeta nû ya li Brîtanyayê soz daye ku ji bo agirbesta li Fîlîstînê di rojên destpêkê de xebatên xwe yên dîplomatîk xurt bike û got ku divê tavilê li dijî polîtîkayên qirkirin û tinekirinê yên bêmînak ên li Kurdistanê dewam dikin, helwestê nîşan bide. Karataş da xuyakirin ku Davîd Lammy pirsgirêka Kurd baş dizane û got ku ew ê di rojên pêş de ji bo hevdîtinên rû bi rû daxwaza randevûyê bikin.

Navê kes û saziyên îmze kirine wiha ne:

"Ross Greer, Member of Scottish Parliament

Margaret Owen, Lawyer, Patron of Peace in Kurdistan UK

Dr. Nicholas S. M. Matheou, Lecturer, University of Edinburgh

Stephen Smellie, Unison National Executive Council

Margaret Gallacher, Unison South Lanarkshire Branch Chair

Katerina Vrablikova, Senior Lecturer, University of Bath

Lenka Vrablikova, Lecturer, Goldsmiths, University of London

Dr. Stefano Ba’, Senior Lecturer in Applied Social Sciences

Dr. Victoria Lowe, Senior Lecturer in Film Studies

Jacinta Kerketta, Writer, Poet, Independent Journalist, India

Felix Padel, Professor

Hilary Zhou, National Coordinator Zimbabwe People’s Land Rights Movement

Philip Neale, Friends of Rojava Thanet

Beatrice Andrieu, Language Teacher

Eva Schonveld, Co-Convenor, Grassroots to Global

Anthony Kalu, Teacher

Dave Finch

 Freedom Movement (Tevgera Azadî) UK

Kurdistan Free Life Party UK (PJAK)

Eastern Kurdistan Women’s Union UK (KJAR)

Jiyan Kurdish Women’s Assembly UK

Kongra Star Women’s Movement in Europe

Syrian Democratic Council UK

Northwest Kurdish Community

Kurdish People’s Assembly in Scotland

Kurdish Youth Movement UK

UK Kurdistan Solidarity Network

Scottish Solidarity with Kurdistan

UK Kurdish Inter-Society Platform (Kurdish Societies in 7 UK Universities)

Solidarity Economy Association."