Li Bremenê salvegera qetlîama Şengalê hate protestokirin

Li Bremena Elmanyayê bi mitîngekê salvegera Fermana 74’emîn a ku DAÎŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê pêk anîbû, hate protestokirin.

Li Bremenê êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê, bi mitîngekê protesto kirin.

Di mitîngê de wêneyên Kurdên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatîn revandin û êdî agahî jê nayê standin hate vekirin.

Di axaftinên di mitîngê de hate diyarkirin ku hatina roja îro ya gelê Kurd bi saya girêdanbûna şehîdan e.

Her wiha diyarkirin ku ji şoreşa Rojava hetanî pêşketinên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê, destkeftiyên gelê Kurd bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin û ji bo parastina van destkeftiyan jî pêwîstî bi bilindkirina têkoşînê heye. Teqez kirin ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê di pêvajoya têkoşîneke dîrokî de ne.

Diyar kirin ku pêwîst e Kurd û dostên wan ên li Ewropa li gorî vî rihê pêvajoyê tevbigerin.

Mitînga ku axaftinên xizmên şehîdan dom kirî, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.