Li Bremenê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

Roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi merasîmekê hat pîrozkirin.

Meclîsa Jinan a Sêvê bi boneya roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, merasîmek lidar xist. Merasîm li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê hat lidarxistin û bi sedan jinên Kurdistanê tevlî merasîmê bûn.

Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên NCKD’çê Xezale Yalçin û Saîd Bîlgîn axivîn.

Yalçin di axaftina xwe bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna Kurdistan û jinan têdikoşe û anî ziman ku Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn û jinan bûye sembola azadiyê.

Yalçin bang li her kesê kir ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd derkevin.

Hevserokê Meclîsa Bremenê Saîd Bîlgîn jî bal kişand ser hilbijartinên ku wê 14’ê Gulanê werin kirin û got ku divê her kes bi berpirsyarî tevlî xebatan bibe.

Piştî axaftinan malbatên şehîdan û xizmên wan, pasteya pîrozbahiyê birî.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyona li ser jiyana Abdullah Ocalan, hat temaşekirin. Piştre Ozgur Comert derket ser dikê. Merasîm bi muzîk û gerandina govendê dewam kir.