BI DÎMEN

Li Bremen û Hambûrgê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Li Bremen û Hambûrgê bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” Newroz hat pîrozkirin. Di şahiya Newrozê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

NEWROZ

Li bajarê Bremen û Hambûrg ê Elmanyayê bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” Newroz hat pîrozkirin.

BREMEN

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi pêşengiya PYD Bremen şahiya Newrozê hat lidarxistin. Şahî bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi tevlîbûna sedan kesî hat lidarxistin. Qada şahiyê bi alên Rêberê Gelê Kurd, YPG, YPJ û PYD’ê hatin xemilandin.

Şahiya Newrozê bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Di şahiyê de hunermend Silav Qamişlo, Alî Gawan û Seyda Perînçek derketin li ser dikê stran gotin. Di şahiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin.

Di şahiyê de li ser navê Komîteya Amadekar Dara Ehme, Kongra Star Ewropa dayika Selîm, Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanyayê (YJK-E) Seda Tanrikûlû û Dîe Lînke Bremerhaven Parlamenter Mûhlîs Kocaaga axivîn.

EHMED: EM NEWROZÊ DIYARIYÎ RÊBER APO DIKIN

Endamê PYD-Bremenê Dara Ehmed ku di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wan Newroz diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Bila ev Newroz bibe Newroza biratiya gelan. Li hemû cîhanê hêzên kapîtalîst û hêzên netewe-dewletparest li dijî vîna azadiyê dixebitin. Dixwazin ev vîna azadiyê ya ku di nava gelê Kurd de derketiye holê û li Rojavayê Kurdistanê bûye tîrêjek, ji holê rabe. Pergala li Rojava ava bûye îro ji bo Rojhilata Navîn bûye modelek. Çawa ku hêzên serdemê di sala 612’an de li dijî Împaratoriya Medyayê bûn yek, îro jî hêzên herêmî û kapîtalîst li dijî Rêberê Rêveberiya Xweser Rêber Apo bûne yek. Lê hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, Ereb, Kurd, Asûrî û Suryanî jî di nav de wê vîna xwe ya azad nîşan bidin û vê pêrgalê bikin bingeha jiyana demokratîk. Çawa ku Dehaqên wê serdemê têk çûn, îro jî dê Dehaqên hemdem têk biçin.”

DAYIKA SELÎM: DIVÊ EM LI SER RÊYA ŞEHÎDÊN XWE BIN

Dayika Selîm jî axivî û wiha got: “Newroza sembola azadiyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz be. Ji vir em silavên xwe ji girava Îmraliyê re dişînin. Newroz berxwedan e, Newroz serhildan e. Newroz serkeftina gelan e. Heke me heta îro li ber xwe nedaba, em nedigihaştin qonaxa îro. Em her sal Newrozê li çiyayên azadiyê pîroz dikin. Ji bo serkeftin û berdewamiya Newrozê divê em li ser rêya şehîdên xwe bin. Şehîdên me ji bo gelê me li ber berxwe dan. Weke em her dem dibêjin Bijî Kurd û Kurdistan, bimre koledar.”  

YJK-E: AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

Di peyama Newrozê ya ku ji aliyê YJK-E’yê ve hat xwendin de wiha hate gotin: “Em Cejna Newrozê li jin, ciwan û gelên xwe yên li dijî zilmê li ber xwe didin pîroz dikin. Çawa ku sembola berxwedana Newrozê Kawayê Hesinkar, despotê serdemê Dehaq têk bir, Rêber Apo jî perdeya mirinê ji ser gelan rakir û bû sembola ji nû ve zayînê. Ramanên wî li cîhanê belav bûn. Wî têkoşîna herî watedar da me. Bi şîara Jin Jiyan Azadiyê têkoşîna jinê veguherand navenda cîhanê. Jin îro zêdetir li dora Rêbertî bûne yek û bi gotina 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye' piştgiriyê didin Tevgera Azadiyê. Çawa ku me di 8’ê Adarê de li Elmanya û li tevahiya Ewropayê vîna xwe nîşan da, em ê bi rengên berxwedanê li qadên Newrozê bin. Heta ku Kurdistan bibe xwedî statu û Rêberê me azadiya fîzîkî bi dest bixe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bi boneya roja berxwedan û serhildanê cejna gelê xwe pîroz dikin. Em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”

KOCAAGA: NEWROZA ÇIYAYÊN AZADIYÊ PÎROZ BE

Parlamenterê Dîe Lînkeyê Muhlîs Kocaaga li ser navê Partiya Çep beşdaran silav kir û got: “Newroz di dîroka gelê me de cihê berxwedanê ye. Serhildan e. Bi vê boneyê em Newroza gelê xwe, Newroza hemû gelên Rojhilata Navîn û Newroza çiyayên azadiyê pîroz dikin.”

Pîrozbahiya Newroza Bremenê bi stranên Hunermend Seyda Perînçek bi dawî bû.

HAMBÛR

Li bajarê Hambûr ê Elmanyayê jî Newroz bi coş hat pîrozkirin. Gelek Kurdistaniyên ji derdorê bajêr hatin û dostên Kurdan jî tevlî şahiyê bûn.  Qada şahiyê bi wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zeynep Kinaci û Mazlûm Dogan hatin xemilandin. Di şahiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin.

Şahiya Newrozê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre siyasetmedar Fatma Kûrtûlan axivî. Kûrtûlan anî ziman ku ji bo pîrozbahiya Newrozê gelê Kurd bedelên giran dane û got: “Gelê Kurd ji bo Newrozê pîroz bike, ewladên xwe şehîd dan. Em bi saya wan şehîdan îro dikarin Newrozê bi coş pîroz bikin.”

Piştî axaftinan hunermend Farqîn Azad, Zozan Zûdem, Sîpan Xelat, Koma Sîpan Amara û koruya zarokan derketin li ser dikê.

Şahî bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.