Li Borlangê şehîdên Parîsê hatin bibîranîn

Li bajare Borlange yê Swêdê yek ji damezirîna PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin bibîranîn ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin.

Li bajarê Borlange yê Swêdê şehîdên Parîsê hatin bibîranîn.

Siyasetmedarê Kurd Hozan Hezexî di bibîranînê de axivî. Hezexî qala berxwedana Hakî Karer ya heta Hayrî Dûrmûş û Sakîne Cansiz kir û diyar kir ku ji ber ku xeta berxwedanê ya şoreşger bi ser ketiye, lîstikên dewleta Tirk pûç bûye.