Li Bordeaûxê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Bordeaûxê yê Fransayê şehîd Helmed (Diyar Xerîb) rêhevalê wî yê pê re şehîd bûbûn Şehîd Dîcle û Fîkret Şahîn hatin bibîranîn.

Bibîranîn ji aliyê CDKB’ê hate organîzekirin, xizmên şehîd Şahîn Dîcle û yên Fîkret Şahîn tevlî bibîranînê bûn.

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal di bibîranînê de axivî û got, “Şehîdan bi berxwedana xwe hêvî û moral dan vî gelî. Divê em dijminê xwe baş nas bikin. Medyaya dijmin jî tê de dewlet konseptekê bi rê ve dibe. Ev konsept li ser tunekirina destkeftiyên Kurdan hatiye avakirin. Îro tacîz û tecawiza li Şirnex, Êlih û Wanê jî parçeyekî vê konseptê ne. Divê gelê me li dijî vê konseptê têkoşînê geş bike û vê konseptê pûç bike.”

Bibîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.