Li Bordeauxê Kurd û dostên wan li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Li Bordeaux û Avignonê, Kurd û dostên wan li dijî dagirkeriyê daketin qadan û banga parastina Rojava kirin.
Li Bordeaux û Avignonê, Kurd û dostên wan li dijî dagirkeriyê daketin qadan û banga parastina Rojava kirin.
Li bajarên Bordeaux û Avignon ê Fransayê, Kurd û dostên wan li dijî dagirkeriyê daketin qadan û banga parastina Rojava kirin.
BORDEAUX
Li Bordeuxê li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bordeaux, TJK-E Bordeaux û TCŞ Bordeauxê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Rojava bi meşa ji Qada Stalingradê dest pê kir û li Qada Place de la Boursê bi mîtîngê hat protestokirin.
Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê saziyên beşdar axaftin hatin kirin. Di axaftinan de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker, di nav çarçoveya polîtîkayên qirkirina li fijî gelê Kurd de, li dijî gelê Rojava êrîşên xwe yên hovane didomîne. Dewleta Tirk, hilweşîna rejîma Beasê ji xwe re wekî derfetekê dît û ji bo jiholêrakirina Şoreşa Rojavayê bi awayekî hovane êrîşan pêk tîne. Dewleta Tirk, bi terorîstên cîhadîst re bi awayekî eşkere hevkariyê dike û hem peymanên navneteweyî bin pê dike hem jî sûcê mirovahiyê dike. Di serî de Ewropa û DYE, hemû dinya li dijî qirkirina gelê Kurd a ji aliyê dewleta Tirk ve bêdeng dimîne. Kurdan, DAÎŞ li Rojava têk biribû û hemû cîhan ji wan rizgar kiribû. Niha DAÎŞ dîsa çalak dibe, lê hemû dinya li hember vê yekê bêdeng e. Banga me li raya giştî ya navneteweyî ew e ku demildest li dijî êrîşên dewleta Tirk û DAÎŞ’ê bergirî bên girtin. Wek Kurdistanî û dostên wan, heta dawî li êrîşan were em ê li qadan bin.”
Di çalakiyê de, berxwedana hêzên QSD’ê û gelê Rojava ya li dijî êrîşan hat silavkirin û wiha hat gotin: “Divê em li her derê, li dijî hewlên dagirkirina Rojavayê dengê xwe bilind bikin. Divê di her kêliyê de guhê me li ser Rojava be. Loma, em ji vir careke din dibêjin ku em ê dengê gelê Rojava yê berxwedêr li her derê bilind bikin û em ê mil bidin berxwedana wan.”
Çalakvanan banga rawestandina êrîşên Tirkiyeyê kirin û bêdengiya Ewropa û DYE’yê rexne kirin. Di tevahiya mîtîngê de dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.
AVIGNON
Li bajarê Avignonê jî li dijî êrîşên li ser Rojava meşek hat lidarxistin. Gelek enternasyonalîst jî beşdarî çalakiya meşê bûn û diyar kirin ku Şoreşa Rojavayê ku di esasê xwe de şoreşa jinan û gelan e, ji bo hemû cîhanê mînak e û divê bê parastin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û li kolanên herî qerebalix ên bajarî meş hat domandin.