Li Bernê pêşangeha 'Huner û Wêjeya Dîl Nayê Girtin’ hat vekirin
Berhemên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, bi pêşangeha 'Huner û Wêjeya Bê Desthilat' li Bernê hat pêşandan.
Berhemên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, bi pêşangeha 'Huner û Wêjeya Bê Desthilat' li Bernê hat pêşandan.
Pêşangeha "Huner û Wêjeya Dîl Nayê Girtin" ku berhemên hunerî û wêjeyî yên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê dihewîne, li bajarê Bernê yê Swîsreyê hat vekirin.
Pêşangeha ku ji aliyê Komeleya Piştevaniya Girtiyan-Firat-Dîcle (Verein Euprat & Tigris) ve li Mala Çandê ya Progr a Bernê hat vekirin.
Di pêşangehê de karîkaturên Aynur Eplî ku 28 sal in di girtîgehê de ye û Mehmet Bogatekîn ê 26 sal in di girtîgehê de ye û tabloyên boyaxê Ferhan Mordenîz ê 24 sal in di girtîgehê de ye hatin pêşandan. Her wiha name, helbest û rojnivîskên girtiyan tên pêşandan.
Di pêşangehê de pirtûkên ku ji aliyê girtiyan ve hatibûn nivîsandin jî hatin firotin û dahata wê dê ji bo girtiyên li girtîgehan bê şandin.
Di pêşangeha ku wê heta 2'ê Cotmehê ji mêvanan re vekirî be, axaftin û konserên muzîkê yên cuda bên lidarxistin û bi girtiyan re kampanyaya hevaltiya nameyan were meşandin.