Li Bern û Kopenhagê şehîd hatin bîranîn

Li Bernê ya ku paytexta Swîsreyê ye û Kopenhaga Danîmarkayê şehîd hatîn bîranîn.

Di bîranîna li Berna paytexta Swîsreyê hatî lidarxistin de, endamê Komîteya Dîplomasiya TEV-DEM’ê Mihdî Şakir Ebdî (Polat Herekol) ê ku di êrîşa li taxa Xerbî ya Qamişloyê de şehîd bûyî, siyasetmedarê Kurd Hisên Çawîş (Herekol) ê ku di encama krîza dil de şehîdbûyî, endamê Meclîsa PYD’ê Ahmet Huseyîn (Bavê Cudî) ê ku 2’ê Tebaxa 2004’an li zindanên Sûriyeyê hatî qetilkirin, endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso yê ku 30’ê Tîrmeha 2013’an di êrîşa bombeyî de şehîdbûyî û şervanên ku 26’ê Tîrmeha 2015’an di encama operasyona rizgarkirina Hesekê de şehîd bûyîn Yasir Xanîka (Mihemed Yasir) û Aras Xanîka (Mihemed Omer) hatin bîranîn.

Di bîranînê de sînevîzyon hate nîşandan, Hevserokê CDK Swîsreyê Alî Şîmşek axivî.

Şîmşek banga tevlîbûna çalakiyên ku bi wesîleya salvegera qirkirina Êzidiyan a 3’ê Tebaxê li Bern û bajarên cuda bên lidarxistin kir.

KOPENHAG

Li Kopenhaga Danîmarkayê jî Şehîd Welat Agirî û Şehîd Şoreş Şemse hatin bîranîn.

Malbata Şehîd Welat Agirî ji tevlî bîranîna ku Navenda Civaka Kurdên Demokratîk (NCKD) û Meclîsa Jinan a Sêvê organîzekirî bû.

Di bîranîna bi deqeyek rêzgirtin destpêkirî de Hevserokên NCKD’ê axivîn. Di bîranînê de sînevîzyon hate nîşandan. Siyasetmedarên Kurd, malbata şehîd Welat Agirî û hevseroka berê ya şaredariya Cizîrê Leyla Îmret axivîn.

Dayîka Şehîd Welat Agirî bi rêya telefonê tevlî bîranînê bû û axivî.