Li Bern û Baselê êrîşên zayendî yên dijî zarokan hatin protestokirin

Êrîşên destdirêjiya zayendî û tecawûzê yên li Êlih, Şirnex û Agrîyê ji aliyê leşkerên Tirk û erkdarên dewletê ve li dijî zarokan hatibû kirin, hatin protestokirin.

Li Berna Swîsreyê, di çalakiya ji aliyê însiyatîfa Jinan a Bernê SYKP û Meclîsa Jinan a Mizgîn ve li ber îstasyona trenê hatî lidarxistin de, tecawûzên ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP-Erdogan ve li bajarên Kurdistan û Tirkiyê li ser zarokan tê pêkanîn hate protestokirin.

Di çalakiya bi tevlîbûna ji sazî û rêxistinên civaka sivîl ve hatî lidarxistin de, pankart û dowîzên bi nivîsa, “Dewleta Tirk li Kurdistanê tecawizî zarokên Kurd dike. Ji hişmendiya tecawûzê re na!”, “Dijî destdirêjiyê bêdeng mayîn, hevkariya sûc e”, “Faşîzma Erdogan, AKP-MHP’ê çavê xwe ji tecawûzê re digire, tecawûzkaran, polîsên qetlîamker û leşkeran bi parastinên xwe yên qanûnî diparêze”, “Bila destûr neyê dayîn ji bo destdirêjî û zewicandina zarokan” hatin hilgirtin.

Piştî belavokên bi Elmanî hatin xwendin, ji aliyê aktîvîstên Însiyatîfa Jinan a Bernê SYKP, Meclîsa Jinan a Mizgîn û TJK-E yê ve axaftin hatin kirin.

Piştî axaftina çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

BASEL

Li bajarê Baselê jî bi heman armancê, li Claraplatzê bi tevlîbûna aliyên demokrat çalakiyek hate lidarxistin.