Li Bern û Baselê dagirkerî hatin protestokirin

Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bern û Basel ên Swîsreyê hatin protestokirin.

Bi pêşengtiya Komîteya Rojava ya Basel bi meş û mîtîngekê bazirganiya çekan a dewlea Tirk û Elmanyayê protesto hate protestokirin.

Di saetên danê nîvroyê de ji Komîteya Rojava ya Basel dosyaek pêşkêşî Sefaretxaneya Elmanya ya li Baselê ku têde diyar dike ku armanca dewleta Tirk a esasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirina Kurdan û qetilkirina sivîlan e. Piştî dana dosyayê çalakvan ber bi Badîscher Bahnfofê ve dest bi meşe kirin.

BERN

Kurdistanî û dostên wan ên li Bahnhofplatzê li ser banga PYD Swîsre hatin ba hev êrîşên qirker û qetilkirina sivîlan a dewleta Tirk a li Rojava ber bi Sefaretxaneya DYE’yê ve ketin meşê.

Di meşê de dirûşmên ‘Ewropa fînase dike Tirkiye bombe li Kurdan dibarîne’ û Kujer Erdogan’ hatin qîrkirin û piştre li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de hate gotin ku armanca esasî ya serdana Erdogan a ji bo DYE’yê îmzekirina peymanên li dijî destkeftiyên gele Kurd e û di kesayetiya Rojava de êrîşî Kurdistan û rewakirina qetilkirina sivîlan e.