Li Berlînê xebatên ji bo tevlêbûna meşa mezin berdewam in

Li Berlînê xebatên ji bo tevlêbûna meşa mezin a bi dirûşma “Li hemberî dagirkeriyê Kurdistanê biparêze“ berdewam in. Di çarçoveya xebatan de poster û pankart li kolanan hatin daliqandin û serdana esnafan hatin kirin.

Li seranserî Ewropayê çalakiyên Kurdistanî û dostên wan yên li hemberî dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê berdewam dike. Kurdistaniyên ku ev mehek e qadan terk nakin, xwe ji bo meşa mezin a li paytexta Elmanya Berlînê amade dikin.

Li navenda Berlînê xebatên ji bo meşa mezin bi rojan in berdewam dike. Kurdistaniyan li seranserî kolanên Berlînê poster, pankart daliqandin û belavok belav kirin. Her wiha di çarçoveya xebatên meşê de serdana esnafan kirin.