Li Berlînê roja yekem a meşa dirêj bidawî bû

Çalakiyên protestokirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.

Li paytexta Elmanya Berlînê weke her sal îsal jî di meha Sibatê de meşa dirêj tê lidarxistin. Roja yekem a meşa dirêj îro bidawî bû.

Meş saet 11:00’an li Qada Kottbûsser Tor a KreUûzbergê destpê kir û tevî baranê jî bi coşeke mezin bdiawî bû. Gel bi pankarta “Azadiya Ocalan azadiya me” ya bi zimanê Elmanî hatibû nivîsin nêzî 5 kîlometreyan meşiyan. Bê navber bi zimanê Kurdî û Elmanî dirûşme hatin berzkirin û komploya dijî mirovahiyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî, hate protesto kirin.

‘Meş li Alexder Platzê bidawî bû. Hevseroka Meclîsa Civaka Kurdistaniyên Azad a Berlînê Nûjiyan Gunay axivî û got; “Ji gelê me re hezar silav ku bêyî berf, baran û herî bibêje dimeşin. Heta Rêber Apo azad nebe serî de jin, gelê me û mirovahî azad nabe.”

Gunay ji bo qonaxa duyem a meşa sibê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li derdora Berlînê kir ku beşdarî meşê bibin û piştgirî bidin meşê.

Li ser navê komîtgeya amadekar a çalakiya Berlînê jî Îsmaîl Parmaksiz axivî.

Parmaksiz diyar kir ku polîsê Berlînê ji bo her 50’î kesan wêneyek yê Ocalan destûr daye û wiha got; “Çiqas tevlîbûn zêde bibe wê ewqas zêdetir wêneyên Rêbertî were hildan û vekirin. Bi kurtasî yên ku ji Rêber Ocalan hes dikin û şopdarê wî ne divê sibê bşedarî meşê bibin.”

Beşa sibê ya meşê wê saet 11:00’an li Kurfurstendamê destpê bike.