BI DÎMEN

Li Berlînê nerazîbûna li dijî nijadperestên Tirk dewam dike

Li Berlînê, bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî nijadperestên Tirk bi meşekê hate şermezarkirin. Hate ragihandin ku nijadperestên Tirk êdî bûne gefek li ser civakê, lewma hate xwestin ku rêxistinên Tirk ên nijadperest bêne qedexekirin.

Êrişa nijadperest a ku li bajarokê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê bi rêxistiniya dewleta Tirk li dijî Kurdan hefteya derbasbûyî hate kirin, li paytexta Elmanya Berlînê ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurd ve bi meşekê hate şermezarkirin.

Tevî Seroka Koma Eyaletê ya Partiya Çep Carla Assmann, nûnerên Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, Meclîsa Nav-Berlînê bi sedan Kurdistanî tevî dostên xwe li Zîckenplatzê li hev kom bûn û daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku komên çete yên dewleta Tirk hewl dan malbateke Efrînî bi saxî bişewitîne û hate gotin, "Bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî van êrişên nijadperestî ne ya qebûlkirinê ye. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê beriya hilbijartinê xweidxwaze li dewletên Ewropayê provokasyonan bike û nijadperestiyê sor bike. Ji ber vê yekê jî em dixwazin ku têkoşîna li dijî nijadperestiyê bê xurtkirin û çeteya Gurên Boz li Elmanyayê bê qedexekirin."

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz jî axaftinek kir û piştre meşê destpê kir.

Di meşê de ku heta qada Oranîenplatzê dewam kir dirûşmên "Kurdistan", "Terorîst Tirkiye", "Terorîst Erdogan", "Bijî Berxwedana Gerîla", "Bijî Berxwedana Gelê Kurd" hatin qîrîn.