Li Berlînê meşa ji bo 3 rojan dest pê kir

Li Berlînê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke ji bo 3 rojan hate destpêkirin.

Her sal vê meşa li dijî komploya navneteweyî tê lidarxistin û îsal jî li dijî tecrîdê peyam tên dayîn. Di meşê de çalakiya greva birçîbûnê ya parlementera HDP’ê Leyla Guven jî tê silavkirin.

Kurdên li Berlînê saet di 12.00’an de li Dêra Dammê hatin ba hev û piştî axaftinan Kurdan ji Charlottenbûrgê ber bi Schonebergê dest  bi meşêk kirin.

Meşa îro ew ê li navçeya Neûkolln a Berlînê bi civîneke gel bi dawî bibe.

Meşvan ew ê ji navçeyên Charlootenbûrg, Schonenberg, Kreûzberg, Alt Tegel, Weddîng û Mîtteyê derbas bibin.

Di meşê de derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derbarê berxwedana grevên birçîbûnê agahdarî tên kirin.

Meşa sibê wê li Û Bahn Alt Tegelê dest pê bike.