Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Berlînê bi çalakiya xeleka ji mirovan piştgirî dan grevan

Li paytexta Berlîn a Elmanyayê çalakiyên piştgiriyê ya bi grevên birçîbûnê re bê navber dewam dikin. Meclîsa Jinan a Berlîn DESTDAN bi çalakiyeke ya xeleka ji mirovan piştgirî dan çalakiya grevên birçîbûnê.

Di çalakiya li pêşiya Saeta Cîhanê ya li Qada Alexanderplatez a yek ji qada herî bi nav û deng a Berlînê ye, pankarta bi nivîsên ‘Ji bo Ocalan çalakiyên grevên birçîbûnê hatine destpêkirin’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ hate vekirin.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana zindanan’, ‘Bijî piştgiriya şoreşgerî’, ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Hêzên Tirk ji Kurdistanê bi cehenimin’ û ‘Dawî li qirkirina li Kurdistanê bînin’ hatin qîrkirin.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Berlîn DESTDAN’ê Susanna Räßlingê ve daxuyanî hate dayîn û hate gotin ku ev 20 sal in bi kêfî tecrîd li ser Ocalan tê kirin û cîhana mirovahiyê li pêşberî vê bêdeng e.

Di çalakiyê de banga tevlîbûnê li meşa ku wê 2’yê Adarê li Kolnê bê lidarxistin, hate kirin.