Li Berlîn û Mûlhoûsê NCKD û NAV-DEM kongre lidar xistin
Li Berlînê NAV-DEM kongreya xwe ya 7’an diyarî Leyla Guven û berxwedêrên di grevê de ne kir. Li bajarê mûlhoûse yê Fransayê jî NCKD kongreya xwe pêk anî.
Li Berlînê NAV-DEM kongreya xwe ya 7’an diyarî Leyla Guven û berxwedêrên di grevê de ne kir. Li bajarê mûlhoûse yê Fransayê jî NCKD kongreya xwe pêk anî.
NAV-DEM a Meclîsa Gel a Berlînê li paytexta Elmanya Berlînê 7’emîn kongreya xwe bi tevlîbûna 150 delege û mêhvanan pêk anî. Meclîsa Jinan a DEST-DAN, Însyatîfa Êzidî ya Berlîn, NAV-YEK, CÎK, Nûnerên Civaka Elewî, kesayetên berniyas tevlî kongreya 7’emîn a NAV-DEM Berlînê bûn. Di kongreya NAV-DEM’ê de siyasetmedarê Kurd û parlementerê berê yê HDP’ê Kemal Aktaş jî weke qiseker amade bû. Piştre hevserokên NAV-DEM Berlînê Melek Yûla û Yekû Ardil delege û mêhvan silav kirin.
Piştî hilbijartina dîwanê û şûnde parlementerê berê yê HDP’ê Aktaş axivî û diyar kir ku ji bo Kurdan û Kurdistanê li Rojhilata Navîn ti demê weke niha mercên azadiyê derneketine û got: “Tecrîda di serî de li ser Rêber Apo û gelê Kurd gefekî cidî ye. Divê hê zêdetir hêz bidin berxwedêrên grevan. Piştre rapora xebatê hatin xwendin, piştre jî hevserokên dema nû a NAV-DEM’ê Nûjiyan Gunay û Erhan Firat hatin hilbijartin.
MÛLHOÛSE
Li bajraê Mûlhoûse yê Fansayê jî NCDK kongreya xwe ya 27’an lidar xist.
Piştî ku nirxandinên giştî hatinkirin û şûnde endamên meclîsê ku piranî ji ciwanan pêk tê hate hilbijartin. Kongre diyarî Cîhan Ûlaş ê 31’ê Adara 2006’an şehîd bûbû hate kirin.